Terra – navenda şewîrmendî jî bo koçberên pîr û kal
Terra ji bo koçberên pîr û kal, di pir mijaran de alîkarî û piştgirî dike. Di derbarê mijarên jikarketinî, destûra mal û runiştin, tendurustî, kar û perwerdehî de ji bo pirsgirêkên we çareserkirine em di xizmeta wede ne.
Hun dikarin di derbarê xebatên Şaredariya Viyanayê, spartin, piştgirî, alîkariyên maddî de û heman demê gelek mijarên dinde jî ji me malûmata bistînin.
Em dikarin di derbarê saziyên ku dikarin li gor pediwiyên we yê şexsî, ji were alîkarbin malûmatên giştî pêşkeşê we bikin.
Navnîşana me 6. herêma Viyana Windmühlgasse 26 e. Ji kerema xwe re bi telefonê jivanê bigrin.
Xizmetên me bê pere ne.
Waxtê girtina jivaniyê, ji roja duşem hetanî pêncşem di navbera saet 09.00-17.00 de ye.
Hêjmara telefonê:+43 (1) 581 07 17
Hun dikarin bi rêya maîl ji mera binîvîsin: terra@sozial-global.at





